Li gundê Meşalê yê Efrînê mizgefteke dîrokî heye. Rêxistina terorî YPG/PKK’ê di dema operasyona şaxa zeytûnê de ev der ji xwe re kir baregeh û zirareke mezin da vî cıhî dîrokî. Weqfa Diyanetê çû Efrînê û mizgefta kevin restore kir.
Rêxistina terorî YPG/PKK’ê ku qiymetê nade tu dîn û baweriyan heta niha zirar daye gelek perestgehan.
Ev wêneyên ku hûn dibînin di dema Operasyona şaxa Zeytûnê de hatine girtin. Rêxistinê ev mizgefta dîrokî ya li Efrînê kiriye baregeh û her dera wê xira kiriye.
Piştî operasyona Şaxa Zeytûnê Weqfa Diyanetê rewşa vê mizgeftê dibine û demildest xebatan dide destpêkirin.
Mizgefta dîrokî ku di wextê Osmaniyan de hatiye çêkirin, bi destê weqfê tê temîrkirin.
Qiymeta vê mizgefta dîrokî ji bo niştecihên herêmê gelek zêde ye û ev der beriya ku bibe mizgeft wek ziyaretê bû.
Êdî welatiyên Efrînê wekî berê dîsa dikarin biçin vê mizgeftê û nimêj û teetên xwe bikin.