Li Efrînê welatî li mal û mizgeftan Quranê dixwînin. Bi saya wê hem dema xwe derbas dikin hem jî îbadeta xwe dikin û Quranê Kerîmê xitim dikin.
Meha remezanê meha îbadet û bereketê ye. Bi taybetî di vê mehê de bawermend dikin qurana pîroz xitim bikin.
Li bajarê Efrînê jî xelk rojiya xwe bi xwendina quranê derbas dike. Gel bi piranî li mizgeftan roja xwe dibore.
Li aliyekî quranê dixwînin li aliyê din nimêj û dia dikin.
Daxwaza bawermendan ew e ku heta ku meha bimbarek biqede Qurana kerîm xitim bikin.
Li mizgeftan sohbetên dînî jî tên kirin.