Mizgeftên li Almanyayê

Ji bo gayrimuslîm jî werin mizgeftan deriyê mizgeftan tên vekirin

Mizgeftên li Almanyayê

Di 3ê cotmehê li Almanyayê deriyê mizgeftan ji bo her kesî hatin vekirin. Li Almanyayê gelek caran çalakiyên bi vî şiklî tên kirin. Armanc ew e ku kesên ne misilman jî bên mizgeftan û ola îslamê nas bikin. Di 3ê cotmehê de mizgefta ku Serok Recep Tayyîp Erdogan vekir welatiyên Almanyayê eleqeyeke mezin nîşan da.

Li Almanyayê mizgeftan deriyên xwe ji bo her kesî vekirin.

Misilman, xeyrî Misilman bi vê wesîleyê tên serdana mizgeftan û ola İslamê nas dikin.

Çalakiya bi vî şiklî di 3ê cotmehê de hat kirin û mizgefta ku Serok Recep Tayyîp Erdogan eleqeyeke mezin dît.

Nêzikî hezar mizgeftên li Almanyayê ev çalakî hat lidarxistin.

Sepana vî rengî cara ewil di sala 1986an de li Almanyayê hat kirin.

Îsal ji siyasetmedar û endamên saziyên sivîl ên civakî jî gelek kes beşdarî vê çalakiyê bûn.

Serokê DİTİB’ê Nevzat Aşikoğlu:“Deriyên mizgeftên me her tim ji her kesî re vekirî ne. Em bangî hemû mêvanên xwe dikin. Em bernameyan li dar dixin, ji wan re behsa mizgeftan û İslamê dikin.”

Ji bo serdêran dînê İslamê hat vegotin û hewl hat dayîn ku pêşdarazên wan yên derbarê İslamê de bên rakirin.

“Em fersendê didin ku pirsên xwe yên derbarê İslamiyet û Misilmanan de yekser ji Misilmanan bikin. Wexta ew ji çavkaniyên cuda me pirs dikin, derbarê me de tiştên xelet ji wan re tên gotin. Ev jî zirarê dide tevjiyanê."

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 15:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE