Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehiyê û Têkiliyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî bi Serokkomarê Efxanistanê Eşref Xanî re hat bal hev.
Hevdîtin li paytext Kabulê li Qesra Serokkomariyê hat kirin.
Mogherînî û Xanî piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Mogherînî got ku ew ê li Efxanistanê ji bo aştiyeke mayînde tiştê ji destê wan tê ew bikin û piştgiriyê bidine wan.
Mogherîniyê got divê Taliban û hikûmeta Efxanistanê bên bal hev û ji bo vê jî divê lijneyek were avakirin.
Mogherîniyê diyar kir ku welat niha ji heyameke hesas ra derbas dibe û xebatên ji bo aştiyê dewam dikin.
Serokkomarê Efxanistanê Eşref Xanî jî got li dinyayê bi şer û tehdîdan êdî tu pirsgirêk nayên çareserkirin û divê hemû mesele bi mizakereyan bên çareserkirin.
AA
Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:39