Mîrê nû yê Êzdiyan eşkere bû

Hazim Mîr Tehsîn Begê kurê Mîr Tehsîn Beg ku 6 meh ewil wefat kir bû mîrê nû yê êzdiyan.

Mîrê nû yê Êzdiyan eşkere bû

Hazim Mîr Tehsîn Begê kurê Mîr Tehsîn Beg ku 6 meh ewil wefat kir bû mîrê nû yê êzdiyan.

Piştî ku Mîr Tehsîn Begê di sala 1944an da bû mîrê Êzdiyan di meha rêbendanê da wefat kir bi hilbijartinê Hazim Beg bû mîrê Êzdiyan.

Hazim Begê di sala 1963yan da li Beadreya bajaroka Dihoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) çêbûye ji sala 1989an vir da ji ber ku bavê wî li Almanyayê bû wekîltiya bavê xwe li Iraqê dikir.

Hazim Begê ji Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Bexdayê mezûn bûye di sala 2009an da li Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê demekê parlamenterî kiribû.

Mîr Tehsîn Begê 75 sal mîrtiya Êzdiyan kir 28ê Rêbendanê li Hannovera bajarê Almanyayê ji ber ku gurçikên wî nemabûn wefat kiribû.

Li gor çavkaniyên dîrokî Êzdî komeke dînî ye, Kurd in û bi Kurmancî xeber didin. Li dinyayê nifûsê Êzdiyan li derdora 800 hezarî ye û Êzdî exleb li bajarê Mûsil û Wilayeta Dihokê û li Almanya, Sûriye, Tirkiye, Gurcistan û Ermenistanê dijîn.

Piştî ku DEAŞa rêxistina terorê di Tebaxa 2014an da ket Mûsilê Êzdî ji xeynî Tirkiye û Almanyayê koçî dewletên Ewropayê kirin.

Li gor Êzdiyan milyaketê bi navê Îblîs ku gorî Cihû, Xiristiyan û Îslamê sembola nebaşiyê ye û ji rê derketiye milyaketekî pîroz û baş tê qebûlkirin.

Li gor Êzdiyan "xelkê wan li cem Xwedê xelkekî bijare ye" û gelek ji wan bawer dikin ku ji Şêx Adî ra wehy hatiye. Li gorî wan Melekê Tawis "şeytan" nîne û ji bona rastî û şaşiyê nîşan bide wek qasid ji hêla Ezda (Xwedê) va hatiye şandin. Loma jî navê "şeytan" naemilînin. Loma jî fikra ku Êzdî "ji şeytan ra îbadet dikin" red dikin. Li gorî Êzdiyan Melekê Tawis (şeytanê ji êgir çêbûye) ji heft milyaketan yê herî pîroz e.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tîrmeh 2019, 18:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE