Nameyeke bijehrî ya ji Trump ra şandibûn hat bidestxistin

Nameyeke bijehrî ya ji Trump ra şandibûn hat bidestxistin

Nameyeke tê da jehra "rîsîn"ê heye û li ser navê Serokê Amerîkayê Donald Trump şandine Qesra Spî hat bidestxistin.

Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê, hefta çûyî paketeke şandine Qesra Spî û li ser wê navê Trump heye hat bidestxistin.

Hat gotin dema xebatkarên Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) û Beşa Veşartî yên ku bi parastina Trump ra wezîfedar in lêkolîn kirin hat tespîtkirin ku di nameyê da madeya rîsînê heye.

Hat gotin name hê negîhîştiye Qesra Spî li postaxaneyeke Washîngtonê hatiye bidestxistin ku bê kontrolkirin.

FBIyê der barê mijarê da daxuyanî da û got ew lêkolînê didomînin, ji bo niha rewşeke zirarê bide kamuyê tune.

Madeya rîsînê dikare wek toz, dûman an jî asîtê bê şandin. Ev made dilê merivan li hev dixe, meriv ji ber vê vedireşin, di roviyan da xwîn diherike, dibe sedema kêmasiya kezebê, telaq û gurçikan û ji ber van sedeman meriv dimirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE