Namzedê serokatiyê Nêçîrvan Barzanî ye

PDKê ji bo serokatiya herêmî ya ku piştî Mesûd Barzanî hatibû sekinandin Nêçîrvan Barzanî wek namzed nîşan da

Namzedê serokatiyê Nêçîrvan Barzanî ye

Li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) meqamê serokatiyê piştî Mesûd Barzanî hatibû sekinandin û serokwezîrê niha Nêçîrvan Barzanî wek namzed hat nîşandan.

Mahmud Mihemed ê Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku lîderê wê Mesûd Barzanî ye li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand ku PDKê ji bo serokatiya herêmî Nêçîrvan Barzanî wek namzed nîşan da.

Mihemed destnîşan kir ku Mesrûr Barzaniyê Misteşarê Ajansa Ewlehiya HKIyê û kurê serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye jî ji bo serokwezîrtiyê wek namzed hat nîşandan.

Di hilbijartina parlementeriyê ya ku 30yê îlonê li HKIyê hatibû kirin da PDKê 45 parlementer derxistibûn û di pêşîkêşiya wê da ji bo damezrandina koalîsyonê xebat dewam dikin.

Di mijdara sala 2017an da Mesûd Barzanî ji Seroktiya HKiyê îstifa kiribû û rayeyên wî jî dewrî serokwezîrtî, meclis û komîsyona edaletê hatibûn kirin.

Meclisa HKIyê di tîrmeha borî da ji bo ku qanûna "serokatiya herêmî" dide sekinandin bi pir dengî qebûl kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Kanûn 2018, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE