Namzedê Serokatiya Amerîkayê Joe Bîden wekî alîkar Kamala Harrîs bijart

Bîden di peyama îro ji piştgirên xwe ra şand da wiha got: "Wekî serok gelek biryarên girîng tên dayîn. Ya ewil bijartina alîkarê serok e. Min biryar da ku di têkoşîna dijî Donald Trump û Mîke Pence da Kamala Harris alîkariya min bike.

Namzedê Serokatiya Amerîkayê Joe Bîden wekî alîkar Kamala Harrîs bijart

Joe Bîdenê namzedê Partiya Demokrat a hilbijartina serokatiya Amerîkayê ya 2020î hewl dide diyar kir ku ji bo alîkariya seroktiyê Kamala Harrisa Senatora Kalîforniyayê bijart.

Bîden di peyama îro ji piştgirên xwe ra şand da wiha got: "Wekî serok gelek biryarên girîng tên dayîn. Ya ewil bijartina alîkarê serok e. Min biryar da ku di têkoşîna dijî Donald Trump û Mîke Pence da Kamala Harris alîkariya min bike.

Harrîsayê di sala 2016an da Serdozgeriya Kalîforniyayê û beriya wê jî Dozgeriya Herêmê ya San Francîscoyê kiribû. Harrîs bi tenê senatora reşîk a jin ya di Senatoya Amerîkayê da ye.

Dê û bavê Kamala Harrîsê ji Jamaîka û Hindistanê ne. Harrîsa li Kalîforniyayê hat dinyayê bi hesasiyeta mafên sivîlan û hiqûqnasiya xwe tê zanîn.

Harrîsa 55 salî ji bo hilbijartina namzediya serokatiyê ya 2020î bernamzed bû û ji bo Bîden ji bernamzediyê vekişiyabû.Heke Bîden bibe serok Harrîsê bibe alîkara serok a reş ya jin ya ji Asyayê ya ewil.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE