Nasên Gokmen Taniş dibêjin 'ev êrîşa terorê nîne'

Nas û eqrebayên Gokmen Tanişê ji ber êrîşa biçek a li Hollandayê hat girtin dibêjin li gor fikra wan ev ne êrîşeke terorê ye

Nasên Gokmen Taniş dibêjin 'ev êrîşa terorê nîne'

Nas û eqrebayên Gokmen Tanişê ji ber êrîşa biçek a li Meydana 24ê Cotmeha bajarê Utrecta Hollandayê wek şikbar hat girtin dibêjin ew zen nakin wî êrîşa terorê kiribe.

Mahmut Tanişê apê Gokmen Taniş yê li Hollandayê dijî ji nûçegihanê AAyê ra wiha got: "Ez gava li rewşa biraziyê xwe dinêrim bi ya min êrîşa ku kiriye îhtimaleke piçûk e ku êrîşa terorê be."

Taniş anî ziman ew bi salan e bi biraziyê ra xeber nade û got ev êrîş dibe ku ji ber meseleya dilketinê hatibe kirin.

Mehmet Tanişê bavê wî yê ku li Qeyseriyê dijî jî got Gokmen ji jina wî ya ewil e û 10 sal e wan hevdu berda ye, ji wê rojê pê va wî kurê xwe nedîtiye.

Taniş got piştî ku wî jina xwe berdaye ew vegeriyaye Tirkiyeyê û wiha axivî: "10 sal e ez nizanim kurê min bi kî dibîne û kî ra diaxive. Qasî ku ez nas dikim ew ji malê diçe kar, kar jî vedigere malê. Ew ne yekî wisa ye ku êrîşeke wiha bike. Di sala 2007an da bi qîza apê xwe ra zewîcî û paşê wan hevdu berda."

- "Xwezî guh bidana min"

Dildara berê ya Taniş, Angeliqueyê jî daxuyanî da rojnameya Algemeen Dagbladdeyê ya Hollandayê û wiha got: "Eleqeya êrîşê bi dînê wî ra tune. Ew ne terorîstek e, ew psîkopatek e. Min gelek caran hişyarî da polêsan. Xwezî guh bidana min."

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte di daxuyaniya çapemeniyê da got sedema êrîşê hê ne diyar e, gelek pirs û îdia hene.

Polês jî daxuyaniyeke nivîskî da û got di êrîşa 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn da şikbar hatiye girtin, sedema êrîşê hê ne diyar e.

Di nûçeyên medyaya Hollandayê da hat gotin Taniş du hefte berê ji ber îdiaya destdirêjiya jinekê kiriye derketiye mehkemeyê.

Tanişê ku hat girtin wê kingê sewqî dozgeriyê bibe hê ne diyar e. Ji bilî Taniş birayê wî û kesekî din jî ji ber ku eleqeya wan bi bûyerê ra heye hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir Taniş jiyaneke ji malbat û eqrebayên xwe dûr dijî, pirsgirêkên wî hene. Birayekî wî jî ji ber sedemên nediyar çûye Çeçenistanê û li wir çavekî wî kor bûye.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 16:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE