NATO: Di hevdîtinên teknikî yên Tirkiye-Yewnanistanê da pêşketineke baş hat bidestxistin

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand ku di navbera Tirkiye û Yewnanistanê da di hevdîtinên teknîkî yên ku di mijara Rojhilatê Behra Spî hatin kirin da "pêşketineke baş" hat bidestxistin.

Stoltenberg piştî hevdîtina xwe ya li baregeha NATOyê ya bi Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ra daxuyanî da û bi bîr xist ku ji bo ku rêbazên cihêkirinê yên li Rojhilatê Behra Spî yên Tirkiye û Yewnanistanê bên avakirin, li behrê û bejayê beriya bûyerên nayên xwestin û qezayan bê girtin heta îro çend civîn hatin kirin.

Stoltenberg got ku "Ev civîn baş dewam dikin. Pêşketineke baş hat bidestxistin."

Stoltenberg destnîşan kir ku civîn hevdîtinên teknikî yên eskerî ne û got ku ev wekî temamkerê hewldanên dîplomatîk ên ku Almanya ji bo çareserkirina nelihevkirina dike ye.

Stoltenberg diyar kir ku hewldananên Almanyayê pêk anî ku duh Tirkiye û Yewnanistan li hev bikin ku hevdîtinin îstikşafî ji nû va bidin destpêkirin û got ku ji ber vê kêfxweş e, dê têkiliyên xwe yên nêz ên bi serokên Tirk û Yewnan ra bidomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE