NATO: Di navbera Türkiye û Yunanistanê da hevdîtinên teknîkî dest pê kirin

NATO: Di navbera Türkiye û Yunanistanê da hevdîtinên teknîkî dest pê kirin

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di navbera Türkiye û Yunanistanê da hevdîtinên teknîkî yên di warê mekanîzmayên rêgirîkirina li şer li rojhilatê Deryaya Spî destpê kirin, lêbelê hê negihiştine mitabeqetekê.

Stoltenberg, piştî civîna di asta nûnerên daimî yên Konseya Atlantîka Bakur a NATOyê da daxuyanî da çapemeniyê.

Stoltenberg bi bîr xist ku NATO ew daxuyaniya ku dibêje Türkiye û Yunanistanê ji bo hevdîtinên teknîk li hev kirine, derewandiye û got, "Piştî civînên ku min bi rayedarên Türkiye û Yunanistanê ra kirin, herdu welatên mitefîq ji bo li vê derê ji bo hevdîtinên teknîk li NATOyê, civiyan jî. Armanca van hevdîtinan pêkanîna mekanîzmayan e ku bibin rêgirê pevçûnên eskerî. Lê ji bo daxistina rîska qezayê li rojhilatê Deryaya Spî, hê mitabeqet nehatiye kirin. Ev, mizakereyên der barê lihevnekirinên Türkiye û Yunanistanê nînin, hevdîtinên teknîk in. Ev, ew xebat in ku bi rêberiya Almanyayê hewlên navgîniya siyasî biqedînin."

Stoltenberg destnîşan kir ku NATO di warê çareserkirina pirsgirêkan da bêndereke girîng e û tekezî li wê yekê kir ku hevdîtinên eskerî yên teknîk li NATOyê dest pê kirine.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE