NATO: Dibê Rûsya êdî li sînorê Ukraynayê hebûna eskerî bi dawî bike

NATO: Dibê Rûsya êdî li sînorê Ukraynayê hebûna eskerî bi dawî bike

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê got dibê Rûsya hebûna xwe ya eskerî ya li nav û sînorên Ukraynayê bidawî bike.

Dmitro Kulebayê Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê li Brukselê baregeha NATOyê ziyaret kir û bi Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê ra hat ba hev.

Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê hat lidarxistin, Stoltenberg diyar kir ku Rûsyayê eskerên ji bo şer amade şandin sînorê Ukraynayê vê rewşê bi fikar dişopînin.

Stoltenberg got piştî di sala 2014an da bi destê Rûsyayê îlhaqkirina Qirimê cebilxaneya eskerî ya herî mezin vê carê hatiye bicîkirin, van rojên dawîn di pevçûnên li rojhilatê Ukraynayê da gelek eskerên Ukraynayê hatin kuştin.

Stoltenberg wiha axivî: "Bicîkirina eskerî ya Rûsyayê nemeşrû ye, merivan dixe fikaran. Dibê Rûsya hebûna li nav û dervayê Ukraynayê bi dawî bike, rageşiyê daxe û provokasyonan ji holê rake."

Stoltenberg bangî Rûsyayê kir ku li ser berpirsyariyên nevneteweyî bisekine û wiha pê da çû: "NATO piştgiriyê dide yekitî û desthilatdariya Ukraynayê. Rûsyayê Qirim îlhaq kir em ê îlhaqkirina nemeşrû û derqanûnî qebûl nekin."

Stoltenberg xwest ku Rûsya piştgiriya dide hêzên alîgirên Rûsyayê yên li Ukraynayê bibire hêzên xwe vekişîne û got, "NATOyê li cem Ukraynayê be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE