NATO ji geşedanên li Sûriyeyê kêfxweş e

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg: " Ez wisa difikirim ku geşedanên rojên dawîn hêvî dide. Ev geşedan nîşan didin ku li Sûriyeyê çareseriya siyasî mimkûn e"

NATO ji geşedanên li Sûriyeyê kêfxweş e

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg der barê bakurê rojhilatê Sûriyeyê da got ku "Ez wisa difikirim ku geşedanên rojên dawîn hêvî dide. Ev geşedan nîşan didin ku li Sûriyeyê çareseriya siyasî mimkûn e."

Stoltenberg beriya Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê ya ku dê di 24-25ê cotmehê da li Bruksela paytextê Belçîkayê bê kirin daxuyanî dan çapemeniyê û destnîşan kir ku îtifaqa di mijara Sûriyeyê da piştgirî dide pêvajoya çareseriya siyasî ya ku li ba Neteweyên Yekbûyî (NY) tên kirin.

Stoltenberg got ku "Piştî peymana di navbera Tirkiye û Amerîkayê da ez kêfxweş im ku şîdet gelekî kêm bûye (li bakurê rojhilatê Sûriyeyê)."

Stoltenberg got eşkere ye ku di navbera mitefîqan da di mijara Sûriyeyê da fikrên cuda hene û di vê çarçoveyê da NATO ji bo nîqaşên "durist û vekirî" roleke platformeke girîng hilda ser xwe.

Stoltenberg bal kişand ku divê hemû aktorên li sehayê biîtidal tevbigerin û guh bidin hiqûqa mirovî ya navneteweyîû got ku geşedanên dawîn cardin nîşan da ku li Sûriyeyê çareseriya siyasî çiqas girîng e.

- Mutebaqata Tirkiye-Rûsyayê

Stoltenberg destnîşan kir ku parastina destkeftiyên ku dijî DEAŞa rêxistina terorê hatin bidestxistin jî gelekî girîng e û got ku NATOyê di vê çarçoveyê da roleke girîng lîst.

Muxtiraya mutebaqatê ya ku duh êvarê di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat îmzekirin hat pirsîn. Stoltenberg li ser vê nirxandina "Ez wisa difikirim ku ji bo şîrovekirina endamên peymana di navbera Serokomar (Recep Tayyîp) Erdogan û (Vladîmîr) Putîn da hê zû ye."

- "Geşedan hêviyê didin"

Stoltenberg diyar kir bi Serokomar Erdogan ra çend roj berê hevdîtin kir û hin fikarên wî hene û destnîşan kir ku fikarên ewlehiyê yên meşrû yên Tirkiyeyê hene û tu mitefîq bi qasî Tirkiyeyê rastî êrîşên terorê nehat.

Stoltenberg axaftina xwe wiha domand:

"Ez wisa difikirim ku geşedanên rojên dawîn hêvî dide. Ev geşedan nîşan didin ku li Sûriyeyê çareseriya siyasî mimkûn e. Ji bo çareseriya siyasî divê pevçûn rawestin. Piştî ku pevçûn gelekî kêm bûn divê li ser hewldanên ji bo çareseriya siyasî hûr bin. Ez difikirim ku dê ev hêsan nebe lêbelê dixwazim destnîşan bikim ku gelekî girîng e."

- "Tevdîrên temînatê yên ji bo Tirkiyeyê hatine adebtekirin girîng in"

Stoltenberg bersiva pirsekî der barê tevdîrên temînatê yên adebtekirî yên ku mitefîqên NATOyê ji bo Tirkiyeyê pêk anîn da û diyar kir ku welatên endam çendî sal in bi dorê di vê warê da rolên cuda hildan ser xwe.

Stoltenberg destnîşan kir ku mitefîqên NATOyê biryarên der barê dê piştgiriyên çawa bidin di asta neteweyî da distînin û got ku "Ez dê girîngiya van tevdîrên temînatê yên adebtekirî destnîşan bikim û bangî mitefîqan bikim. Ji ber ku digel cudahiya fikrên me yên der barê Sûriyeyê da di qadên ku em bi hev ra fealiyetê dikin divê em teahudên xwe bi cî bînin."

Stoltenberg der barê pêşniyaza Almanyayê ya herêma ewle ya navneteweyî ya li sînorê Sûriyeyê jî axivî û daxuyaniya "Çareseriya siyasî dibe ku di awayên cuda da bê. Ya girîng ew e ku hemû aktorên li sehayê bihewîne. Ji ber vê ez ji ber hemû pêşniyazên mitefîqên NATOyê yên ku dê pêşkeytinê pêk bîne kêfxweş im."

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE