NATO: "Me li Ukraynayê hewldana Rûsyayê ya operasyona alaya sexte dît"

NATO: "Me li Ukraynayê hewldana Rûsyayê ya operasyona alaya sexte dît"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku tê dîtin Rûsya ji bona dagirkirina Ukraynayê ji xwe ra hincetekê bibîne di nava hewldana operasyona 'alaya sexte' da ye.

Stoltenberg piştî Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê ku du roj dewam kir pirsên rojnamevanan bersivand.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir mutefîq di heman fikrê da ne ku deriyê NATOyê ji hemû dewletan ra vekiriye û got ku fikra yekîtiya desthilatdarî û axa Ukraynayê hatiye piştrastkirin.

Stoltenberg li ser pirsa der barê tundiya li Donbasê da jî wiha got, "Me dît ku Rûsya ji bona dagirkirina Ukraynayê ji xwe ra hincetekê bibîne di nava hewldana operasyona 'alaya sexte' da ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE