NATOyê bangî Rûsyayê kir: Li Behra Reş seyr û sefera serbest asteng neke

NATOyê bangî Rûsyayê kir ku bila li Behra Reş seyr û sefera serbest asteng neke

NATOyê bangî Rûsyayê kir: Li Behra Reş seyr û sefera serbest asteng neke

NATOyê ragihand ku ji ber xeberên der barê plana Rûsyayê ya sînordarkirina gihaştina hin qismên Behra Reş û Geliyê Kerçê bi fikar in û daxuyaniya "Ev dê bibe hemleyeke xeyrî meşrû û mînaka helwesta bêîstirarker a Rûsyayê. Em bangî Rûsyayê dikin ku bila destûrê bide ku bi serbestî bigihêjin lengergehên Ukraynayê yên li Behra Azovê û destûra seyrûsefera serbest bide."

Berdevka NATOyê Oana Lungescuyê li ser xeberên der barê Rûsya plan dike ku li qismeke Behra Reş gihaştina behrê sînordar bike, daxuyanî da.

Lungescuyê got ji ber xeberên der barê plana Rûsyayê ya sînordarkirina gihaştina hin qismên Behra Reş û Geliyê Kerçê bi fikar in û diyar kir ku ev dê bibe hemleyeke xeyrî meşrû û mînaka helwesta bêîstirarker a Rûsyayê. 

Lungescuyê got ku "Em bangî Rûsyayê dikin ku bila destûrê bide ku bi serbestî bigihêjin lengergehên Ukraynayê yên li Behra Azovê û destûra seyrûsefera serbest bide. Rûsyayê piştî ku Qirimê dereqanûnî îlhaq kir vir va li nav nîv giravê û hawirdora wê hebûna xwe ya eskerî gelekî zêde kiriye. Rûsya hewl dide ku li Qirimê, Behra Reş û Behra Azovê mewcudiyeta xwe ya eskerî ya berdewam dike zêde bike û ev yek jî ji bo serxwebûna Ukraynayê tehdîdeke mezin e û şehtê li îstiqrara herêmê dide."

Lungescuyê bangî Rûsyayê kir ku rageşiyê kêm bike, provokasyonê rawestîne û guh bide teahudên navneteweyî û bi bîr xist ku mitefîkên NATO ji hêla Rûsyayê va bi dereqanûnî îlhaqkirina Qirimê nas nakin û dê nas nekin.

Lungescu got ku "Em di nas sînorên naskirî yên navneteweyî dapiştgiriya tam didin yekîtiya axê û desthilatdariya Ukraynayê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE