NATOyê bi nameyeke nû va ji bo diyalogê bangî Rûsyayê kir

NATOyê bi nameyeke nû va ji bo diyalogê bangî Rûsyayê kir

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku bi nameyake teze va carekê dîsa ji bo diyalogê bangî Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov kir.

Stoltenberg li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê axivî û diyar kir ku Rûsyayê hêzên li sînorê Ukraynayê venekişand berevajiyê vê hê hêzdar kir û xetereya pevçûnê heye.

Stoltenberg destnîşan kir ku NATO û mitefîqên wê ji bo krîz aştiyane were çareserkirin hewlên dîplomatîk didomînin û wiha axivî: "NATO ji bo gavên zêdekirina ewlehiya hemû welatên Ewropayê û Rûsyayê amade ye ku bi Moskovayê ra diyolaga berfireh bike."

Stoltenberg bi bîr xist ku berê teklîfa nivîskî dan Rûsyayê û wiha pê da çû: "Min Rûsya û mitefîqên NATOyê dawet kiribû ku li Konseya NATO-Rûsyayê hin civînan bikin. Min di nameya roja pêcşemê da carekê dîsa ev ji Wezîrê Karên Derva Lavrov ra got."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE