Nauert: Ji Riyadê hat xwestin ku lêpirsîneke zelal û berfireh bike

Di rojeva Tirkiye û dinyayê de aqûbeta Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi heye.

Nauert: Ji Riyadê hat xwestin ku lêpirsîneke zelal û berfireh bike

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê Heather Nauertê daxuyanî da û got Serokê Emerîkayê Donald Trump plan dike ku derbarê windabûna rojnamegerê siûdî Cemal Kaşikçi de bi rêveberiya siûdî re hevdîtinê bike. wezîrê karên dervê Yê Îngilistanê Jeremy Hant jî bangî hevmeqamê xwe yê siûdî kir û got ji bo lêpirsînê bi tirkiyê re hevkariyê bikin.

Di rojeva Tirkiye û dinyayê de aqûbeta Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi heye.

Çavê her kesî li ser geşedanên di vê mijarê de ji nêz ve tên teqîbkirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê Heather Nauertê daxuyanî da û got:”Serokê Emerîkayê Donald Trump plan dike derbarê Kaşikçi de bi rêvebirên Siûdî re were ba hev.

Navirtê got Wezîrê Karên Derve Mayk Pompeyî jî li reveberiya Erebistana Siûdî geriyaye.

Ji Rêvebiriya Riyadê xwestiye ku lêpirsîneke zelal û berfireh bê kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê Heather Nauert:”Em nizanin Cemal Kaşikçi li ku derê ye. Emerîka ji bo aqûbeta Cemal Kaşikçi di fikarê de ye. Rêvebirên Wezareta Karên Derve yên Emerîkayê bi riyên dîplomatîk bi rêvebirên Siûdî re axivîn. Ez wisa texmîn dikim serok jî dixwaze bi siûdiyan re were ba hev.”

Îngilistan jî aqûbeta Kaşikçi ji nêz ve dişopîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Jeremy Hant bi hevmeqamê xwe yê Siûdî Adîl el Cubeyr re hat ba hev.

Wezîr Hant, ji Erebistana Siûdî xwest ku di lêpirsînê de bi Trikiye re hevkariyê bikin.

Hant got ger nûçeyên derbarê Kaşikçi de hatine weşandin rast bin; Îngilistan li ser vê mijarê dê bi giranî bisekine.

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2018, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE