Navçeyên Minbic û Til Rifetê 6 sal e bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye

Navçeyên Minbic û Til Rifetê 6 sal e bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye

YPG/PKKya rêxistina terorê ev 6 sal e bi pêkûtiya gelê herêmê navçeyên Til Rifet û Minbicê ku di êrîşên xwe yên li bakurê Sûriyeyê yên dijî herêmên ewledar da wekî baregeh bi kar tîne dagir kiriye.

Mertala Feratê, Çiqlê Zeytûnê , Kaniya Aştiyê û Mertala Biharê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li dar xistin li bakurê Sûriyeyê "korîdora terorê" ya ku rêxistina terorê û piştgirên wî hewl didin ava bikin asteng kir.

YPG/PKK dev ji êrîşên xwe yên dijî herêmên ewledar ên ku bi operasyonên Tirkiyeyê li Sûriyeyê kir hatin avakirin bernade û di êrîşên terorê da jî kozikên li Til rifet û Minbicê derdikevin pêş.

Navçeyên Til Rifeta li rojavayê Feratê ye û 18 kîlomêtro dûrî sînora Tirkiyeyê ye û Minbica 30 kîlomêtro dûrî sînor 6 sal e bin dagiriysa terorîstên YPG/PKKyî da ye.

- Til Rifetî 6 sal e li bendê ne ku vegerin malên xwe

Til Rifeta navçeya Helebê bi piştgiriya asîmanê ya Rûsyayê di sibata 2016an da kete destê terorîstên YPG/PKKyî. YPG/PKK demografiya navçeyê guhert û bi vê rêyê dema dagirkirina Til Rifetê da kêm zêde 250 hezar sivîlên Ereb mëcbûrî koçê kir. Til Rifetiyên ji cihên xwe hatin kirin xwe sipartin herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê.

Til Rifetiyên ku di konan da di şert û mercûn dijwar da dijîn 6 sal e li bendê ne ku dîsa vegerin malên xwe. Til Rifetiyên xwe dispêrin navçeya Ezazê gelek caran ji bo ku dawî li dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê bê protestoyan li dar dixin.

- Li Minbicê hizûra gel nemaye

Li Minbica ku ji sedî 99ê nifêsa wê Ereb e YPG/PKKya rêxistina terorê bi lêferzkirinên xwe va gelê sivîl kerixandiye.

YPG/PKK bi navê "eskeriya mecbûrî" bi zorî çek dide destû ciwanan û gelû Minbicê jî dijî vê yekê derdiekve û zar carna xwepêşandanan li dar dixe.

Rêxistina terorê ji bo ku daxwazên xwe li gelê herêmê bide qebûlkirin pêkûtiyan dike û li navçeya ku berê şerê navxweyî serjimara wê digihaşt milyonekî gel ji sotemeniyê jî mehrûm dihêle.

- Til Refet bi alîkariya Rûsyayê, Minbic jî bi alîkariya Amerîkayê dagir kir

YPG/PKK di serê 2016an da ji bo ku axa li rojhilatê Çemê Feratê dagir kiribû û her wiha Efrîna li rojavayê çem bike yek, xwest herêma di navberê da mabû jî bi dest bixe. Rêxistinê bi vî awayî dê seranserî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê bikira bin kontrola xwe.

Rêxistina terorê di serê 2016an da bi alîkariya asîmanî ya Rûsyayê va Til Refet dagir kir.

Rêxistinê her wisa bi alîkariya Amerîkayê va jî Minbic dagir kir.

Navçeya Minbicê ya ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da di Tîrmeha 2012an da ket destê mixalifan, di Rêbendana 2014an da jî ket destê rêxistina terorê DEAŞê. Amerîkayê bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê rê da ku YPG/PKK têkeve Minbicê. Di Tebata 2016an da bi vekişîna DEAŞê va navçe ket bin dagiriya YPG/PKKyê.

- Ji bo herêmên ewle gef e

Rêxistina terorê ji van navçeyên ku dagir kirine, êrîşan dibe ser wan herêman ku Tirkiyeyê operasyon kirin û ewlekariya wan deveran ediland.

Terorîstên ku li gundên Taane, Kasne, Îmhuş, Harbîl, Şêx Îsa, Mînnax, Eyn Dakne, Kefer Kaşir, Meranaz, Burc el Kas û Miyaseyê yên Til Rifatê bi cih bûne bi çekên giran ca êrîşî cihên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê dikin.

Terorîst ji Minbîcê jî ji dora Çemê Sacurê êrîşî navçeyên Cerablus û Babê dikin.

- Li hemberî sozên Amerîka û Rûsyayê dîsa jî venekişiyan

Tirkiyeyê di 9ê Cotmeha 2019an da li bakurê Sûriyeyê Herekata Kaniya Aştiyê da destpêkirin û hem bi Amerîka û hem jî bi Rûsyayê ra mitebeqet îmze kir.

Li gor van mitebeqetan YPG/PKK wê ji sînorê Tirkiyeyê pê va wê 30 kîlomêtro dûr vekişiya, ji ser ra du sal û nîv derbas bûn lê ew venekişiyan.

Di roja 8emîn a Herekata Kaniya Aştiyê da Alîkarê Serokê Amerîkayê yê wê demê Mîke Pence hat Tirkiyeyê û soz da ku rêxistinê wê 32 kîlomêtro ber bi başûr va vekişe, lê rêvebiriya Washîngtonê vê soza xwe bi cih neanî.

Rûsyayê di Cotmeha 2019an da di çarçoveya miteqebata BHPê ya bi Tirkiyeyê ra wed kir ku wê rêxistina terorê ji Til Rifat û Minbicê derbixe.

Rêveberiya Moskofê soz da ku wê rêxistina terorê ji rêya M4ê û qasî 30 kîlometre derxe derveyê BHPê lê ev sozê xwe bi cî neanî.

Digel wan peymanan YPG/PKKya rêxistina terorê ji qad û sînorên kifşkirî venakişe û dagirkeriyê li wê derê didomîne.

- Nexşerêya ji bo Minbicê nehat temamkirin

Minbica navçeya Helebê ji Tebaxa 2016an vir va di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye. Amerîkayê soz dabû ku heke navçe ji DEAŞê bê rizgarkirin wê YPG/PKK jî wê derê terk bike.


- Ji Serokomar Erdogan bo "Til Rifat û Minbic"ê daxuyanî

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma Partiya xwe ya Meclisê da axivî û got: "Em biryara xwe ya (Sûriye) ji bo qada dûriya wê bergîdana 30 kîlometreyî ye derbasî asteke din dikin. Til Rifat û Minbicê ji terorîstan paqij dikin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE