Nazarbayev dê sibê seredana Turkiyeyê bike

Serokkomarê Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev dê sibê bi fermî seredana Turkiyeyê bike...

Nazarbayev dê sibê seredana Turkiyeyê bike

Hat ragihandin Serokomarê Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev dê sibê bi fermî seredana Turkiyeyê bike.

Di daxuyaniya li ser malpera Serokomariya Qazaxistanê da hat destnîşankirin ku Nazarbayev dê di çarçoveya seredana xwe ya Turkiyeyê da ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan rûnê. Herwiha hat diyarkirin ku Nazarbayev dê bi karsazên Tirk ra jî bicive.

Di daxuyaniyê da herwisa hat gotin ku li gorî planê Nazarbayev dê beşdarî Civîna 3yemîn a Konseya Hevkariya Stratejîk a Pilebilind ya di navbera Qazaxistan û Turkiyeyê da be jî.

Çavkaniyên Serokomariyê ragihand ku seredan dê sibê pêk were.

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2018, 15:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE