Hat ragihandin, Almanyayê di hefteyekê da zêdeyî 2 hezar kesên li Efxanistanê ji ser Ozbekistanê ra texliye kirin.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Almanyayê li Taşkentê da hat destnîşankirin, hefteya çûyî zêdeyî 2 hezar kesên hemwelatiyên Almanya, Efxanistan û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ser Ozbekistanê ra ji Efxanistanê hatin derxistin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, li Balafirgeha Taşkentê melzemeyên xidayê û alavên tibî ji kesên navborî ra hatin dabînkirin, piştî ku testa wan a Kovîd-19ê jî hat kirin, bi balafirên taybet bo Almanyayê hatin şandin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin ku firînên texliyeyê yên di navbera Kabul û Taşkentê da bi balafirên hêzên çekdarên Almanyayê hatin kirin û di vê çarçoveyê da heta niha 18 sefer hatin kirin.
AA