Hêzên rejimê êrîşên xwe didomînin

Nûnera Bilind a Peywendiyên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê ya YEyê Frederica Mogheriniyê di daxuyaniya nivîskî ku li ser navê hemû welatên endam belav kir da ragihand ku ew ji ber geşedanên li Îdlibê bifikar in.

 Hêzên rejimê êrîşên xwe didomînin

Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku ew ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û destegîrê wê Rûsyayê yên li dijî Îdliba li rojavayê bakurê Sûriyeyê bifikar in û herwiha êrîşên dijî sivîl, dibistan û nexweşxaneyan jî şermezar kirin.

Nûnera Bilind a Peywendiyên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê ya YEyê Frederica Mogheriniyê di daxuyaniya nivîskî ku li ser navê hemû welatên endam belav kir da ragihand ku ew ji ber geşedanên li Îdlibê bifikar in.

Mogheriniyê diyar kir ku êrîşên rejima Esed û destegîrê wê Rûsyayê yên dijî sivîlan û binesaziyên wekî dibistan û nexweşxaneyan, hiqûqa navneteweyî ya mirovî binpê dike û herwiha got ku YE yên ku van êrîşan dikin, şermezar dike.

Mogheriniyê herwisa bangî hemû aliyan kir ku xwe rabigirin û wiha got, "Heta wehşet dewam bike, aştî çênabe. Çareseriya eskerî ya pirsgirêka li Sûriyeyê ne mumkin e."

Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye. 

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. 

 Hêzên rejimê êrîşên xwe didomînin

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin. 

Rejima Esed û hevalbendên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbestê binpê dikin û êrîşên xwe dewam dikin ku di encama van êrîşan da jî ji 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên xwe koçber bûn.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê di êrîşên rejima Esed û hevalbendên wê yên di navbera 26ê nîsanê-23yê hezîranê da 487 sivîl hatin kuştin, hezar û 495 sivîl jî birîndar bûn.AA

Dîroka nûkirinê: 27 Hezîran 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE