"Li HKIyê 800 hezar koçber hene"

Zebarî daxuyanî da û der barê ji nû va avakirina Iraqê, rewşa koçberên di kampan da dijîn û DEAŞiyên girtî da axivî.

 "Li HKIyê 800 hezar koçber hene"

 Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistina Navneteweyî ya HKIyê Dîndar Zebarî got ku civaka navneteweyî ji bo ku li Iraqê cihên ku DEAŞa rêxostina terorê xira kirin ji nû va bê avakirin têra xwe piştgirî neda.

Zebarî daxuyanî da û der barê ji nû va avakirina Iraqê, rewşa koçberên di kampan da dijîn û DEAŞiyên girtî da axivî.

Zebarî diyar kir ku li Iraqê 2 sal berê ji ber binesaziya kêm a herêmên ku ji DEAŞê hatin xilaskirin û şert û mercên jiyanê yên bêkêr gelek koçber hê jî venegeriyane malên xwe û got ku "Li Iraqê cihên ku kavil bûne demildest hewceyê îmarê ne. Ev bi derfetên madî yên welatiyan nayê kirin. Civaka navneteweyî ji bo ji nû va îmara Iraqê da kêm ma. Me di salên 2017-2018an da 853 DEAŞî teslîmê hikûmeta Iraqê kirin."

Zebarî ji civaka navneteweyî xwest soza ku ji bo îmara herêmên li welêt ên zirar dîtî dabûn bi cî bînin û got ku Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav da saziyên navneteweyî têra xwe bi mijarê ra eleqedar nebûn û ev rewş ji bo paşvegera koçberan astengeke mezin e.

Zebarî destnîşan kir ku li herêmê ku ji DEAŞê zirar dîtin xizmetên heyatî yên wekî tenduristî, av, ceyran, rê û perwerdeyê hê jî kêm e.

"Koçberan bi zorî naşînin malên wan"

Zebarî jî li ser îdiayên hin saziyên navneteweyî yên wekî HKI koçberan bi zorî ji kampan derdixîne jî ev gotin: 

"Em li ber vegera wan asteng nînin. Hikûmeta HKIyê tu koçberî bi zorî naşîne malên wan. Ji bo ewlehiyê li herêmên bipirsgirêk em nabin asteng ku koçber vegerin lê em ewlehiya canê wan mihûm dibînin."

Zebarî bal kişand ku li Mûsilê xetereya DEAŞê heye û qal kir ku li bajêr hucreyên veşartî yên rêxistinê hene ev yek jî ji bo koçberan pirsgirêka ewlehiyê derdixîne holê.

 "Li HKIyê 800 hezar koçber hene"

Zebarî agahî da ku li HKIyê 39 kampên ku koçberên navxweyî û penaber lê dimînin hene û got ku "Li kampên HKIyê nêzî 800 hezarî koçber û penaber hene. Heta niha piraniya wan venegeriyan."

Rayedarê HKIyê Zebarî got ku di salên 2015-2018an da ji bo koçberên navxweyî û penaberan ji 3 milyar dolarî bêtir pere hat xerckirin û niha 240 hezar û 250 hezar Sûriyeyî li HKIyê dijîn.

"Me 853 DEAŞî teslîmê hikûmeta Iraqê kirin"

Zebarî qala mijara girtiyên DEAŞî jî kir û diyar kir ku li girtîgehên li HKIyê da 677 kesên ku bi hinceta têkiliya wan bi  rêxistinê ra hene girtî ne.

Zebarî da zanîn ku di nav van kesan da jin û zarok jî hene û qal kir ku DEAŞiyê girtî girêdayî qanûnên Iraq û HKIyê ne.

Zebarî da zanîn ku bi hikûmeta Iraqê ra di nav hevkariyê da ne û wiha axivî: "Di vê çarçoveyê da me di salên 2017-2018an da 853 DEAŞî teslîmê hikûmeta Iraqê kirin. Kesên hatin teslîmkirin ra nasnameyên Iraqê hebûn. Niha ev jimar kêm bû. Ji bo ku yên mayî bên teslîmkirin jî divê hikûmeta Iraqê ji me daxwaz bike."AA

Dîroka nûkirinê: 05 îlon 2019, 16:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE