Nûçegihana Al-Jazeerayê bi guleya eskerên Îsraîlê hat kuştin

Nûçegihana Al-Jazeerayê bi guleya eskerên Îsraîlê hat kuştin

Nûçegihana qanala têlevîzyonê Al-Jazeerayê Şîrîn Ebû Aqîle li kampa penaberan a Cenînê ya li Şerîeya Rojavaya dagirkirî bi guleya eskerên Îsraîlê hat kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Filistînê, nûçegihan Şîrîn Ebû Aqîle (51) bi guleya rastîn a eskerên Îsraîlê ji serê xwe bi giranî birîndar bû û dû ra jî jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, rojnamegerê herêmî Elî es-Sumudî jî ji pişta xwe birîndar bû û rewşa wî stabîl e.

Li gorî dîmenên medyaya civakî jî Aqîleya ku êlengê pola lê bû, piştî gule lê ket û di nav xwînê da ma, li wesayîtê siwar kirin.

- Artêşa Îsraîlê lêkolîn da destpêkirin

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da jî hat destnîşankirin ku der heqê bûyerê da lêkolîn hat destpêkirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku hêzên artêşê ji bo qefaltina berşikên terorê yên li Kampa Penaberan a Cenînê fealiyeta dijî terorê dimeşand û wiha hat îdiakirin, "Di dema midaxeleya eskerên Îsraîlê ya dijî kampê da bi dehan Filistîniyên çekdar gule berdan eskerên Îsraîlê û ber bi eskeran va madeya teqemeniyê avêtin.

Eskerên Îsraîlê jî bersiv dan çekdaran û gule li hin kesan ket. Artêş bûyerê lêkolîn dike û wê îhtimalê vedikole ku dibe rojnameger ji hêla çekdarên Filistînî va hatibin lêdan."

- Ji rojnamegerên qadê bû

Ji aliyekî din va di nûçeya li ser malpera Aj Jazeerayê da jî hat diyarkirin, Şîrîn Ebû Aqîleyê ji rojnamegerên qadê yên qanalê yên nifşa ewil bû, li herêmê ji bo demeke dirêj xebat meşand ku êrîşên Îsraîlê yên dijî gelê Filistînê qeyd bike.

Di nûçeyê da ji xeynî vî hat gotin, rojnamegera ku di 1971ê da li Qudsê ji dayik bûye, ji Beşa Rojnamegerî û Çapemeniyê ya Zanîngeha Yermûkê ya li Urdinê mezûn bûye.

Di navbera hêzên Filistiyan û hêzên Îsraîlê da bûyer derketibû ku bi ser bajarê Cenînê girtibûn, malek dorpêç kiribûn ku Filistîniyekî binçav bikin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE