Nêçîrvan Barzanî sond xwar

Çavuşoglu bi Nêçîrvan Barzanî re civiya, beşdarî merasîma sondxwarinê bû

Nêçîrvan Barzanî sond xwar

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî jı bo beşdarî merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdan a li İraqê Nêçîrvan Barzanî bibe çû hewlêrê. Ji bo merasîma sondxwarinê 1200 dîplomat li Hewlêrê bûn.

Di marasîmê de Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihammed Helbûsî û gelek balyoz, sefîr, konsolos û nûnerên dewletan beşdarî merasîmê bû.

Nêçîrvan Barzanî destê xwe danî ser Quranê û ji bo serokatiya herêmê sond xwar.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu û Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî beriya merasîma sondxwarinê civiyan.

Çavuşoglu, piştî hevdîna bi Nêçîrvan Barzanî re bi Misteşarê Ajansa Ewlehiyê ya herêma kurdan Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin kir.

Nêçîrvan Barzanî di meha Gulanê de wek Serokê Herêma Kurdistana Iraqê hatibû hilbijartin.

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 12:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE