Nerazîbûna li dijî bicihbûna îllegal a Israîlê

Wezareta Karên Derve: Gavên wisa zirarê didin pêvajoya aştiyê...

Nerazîbûna li dijî bicihbûna îllegal a Israîlê

Tirkiyê, biryara israîlê ya ku ji bo çêkirina avahiyên nû yên derqanûnî da dîsa şermezar kir. Wezareta karên derve derbarê mijarê de got: “li şerîaya rojava ji bo çêkirina 2 hezar avahiyan biryar hat dayîn. Em vê biryarê bi tundî şermezar dikin.

Wezareta Karên Derve di daxuyaniya xwe de got: “Israîl ji bo li Şerîaya Rojava zêdetir bi cih bibe biryareke nû da. Lêbelê ev biryar wê zirareke mezin bide pêvajoya aştiyê.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku; Gavên ku Israîl diavêjin, li dijî hiqûqa Navneteweyî û li dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî ne.

Her wiha hat gotin; Bi biryarên wisa, mafên Filistîniyan tên îhlalkirin. Divê em li dijî biryarên wisa derkevin lewra ev berpirsiyariyeke hiqûqî û wicadnî ye.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî jî hat kirin ku vê berpirsiyariyê bi cih bîne.

Dîroka nûkirinê: 24 Tebax 2018, 12:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE