"Netanyahu Cihûyan ji ser her kesî ra dibîne"

Norman Finkelsteinê profesorê Cihû yê li Amerîkayê dijî diyar kir ku Bînyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê Cihûyan ji ser her kesî ra dibîne, siyasetmedarekî bi zirar e û zihniyeta gelê Îsraîlê nîşan dide

"Netanyahu Cihûyan ji ser her kesî ra dibîne"

Norman Finkelsteinê profesorê Cihu yê li Amerîkayê dijî diyar kir ku Bînyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê Cihûyan ji ser her kesî ra dibîne, siyasetmedarekî bi zirar e û zihniyeta gelê Îsraîlê nîşan dide.

Prof. Dr. Finkelstein beşdarî bernameya Jîmmy Doreyê komedyen û şîrovekarê siyasetê bû û got "Bînyamîn Netanyahu merivekî bi zirar, nijadperest e û Cihûyan ji ser her kesî ra dibîne. Ev taybetiyên wî jî bi tevahî taybetiyên gelê Îsraîlê temsîl dikin."

Prof. Finkelstein bal kişand ser piştgiriya gelê Îsraîlê dide Netanyahu û wiha pê da çû:

"Der heqê wî da skandalên dikarin wî ji text bikin hene lêbelê dîsa jî tê hilbijartin, sedema vê jî ew e ku di Netanyahu da şexsê xwe dibînin. Dengê xwe didin zihniyeta wî. Mêze bikin ez dibêjim zihniyeta wî nabêjim nirxên wî. Lewra ew jî dibêjin ku tu nirxekî Netanyahu tune. Ji ber ku Ereb û Mislimanan piçûk dibîne ev jî wan kêfxweş dike."

Norman Finkelstein got ku ew ê ji bo rastgotina polîtîk ji nirxandina berfireh dûr nesekine û bal kişand ku zihniyeta cihêkar a Netanyahu di gelê Îsraîlê da jî heye.

Finkelstein destnîşan kir ku navbera Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Netanyahu baş e, herdu serok dişibin hevdu û ji ber vê jî nêzî hev disekinin.

Norman Finkelstein wiha axivî: "Herdu jî ji dîwaran hez dikin. Trump ji bo welatiyên Meksîkayê li derva bihêle dîwar datîne, Netanyahu ji bo Ereban li derva bihêle dîwar datîne. Herdu jî ji reşikan hez nakin."

Finkelstein got Binyamîn Netanyahu hewl da ku di mijara polîtîkayên Amerîkayê yên li ser Îranê da dersê bide Barack Obamayê Serokê Amerîkayê yê berê, heke serok yekî sipîçolkî bûya Serokwezîrê Îsraîlê nikaribû wiha bigota.

Norman Finkelstein diyar kir ku Netanyahu piraniya jiyana xwe li Amerîkayê derbas kir û li herêma xwe jî rikê xwe kutabû reşikan û wiha pê da çû: "Ev nirx nîne, ev zihniyet e. Dikarin navên din jî lê bikin, hin kes dibêjin zihniyeta Naziyan, hin kes dibêjin zihniyeta faşîstan, hinek jî dibêjin zihniyeta nijadperest a çermsipiyan."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE