Netanyahu Hamasê tehdîd kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu li ser bûyerên ku ser sînorê Şirîda Xezeyê diqwimin got, "Wisa tê fêmkirin ku Hamasê peyam fêm nekiriye, wê demê bersiva Îsraîlê wê izdirabê bide" û Hamas tehdîd kir

Netanyahu Hamasê tehdîd kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu li ser bûyerên ku ser sînorê Şirîda Xezeyê diqwimin got, "Wisa tê fêmkirin ku Hamasê peyam fêm nekiriye, wê demê bersiva Îsraîlê wê izdirabê bide" û Hamas tehdîd kir.

Serokwezîr Netanyahu beriya civîna kabîneyê ya heftane li ser rojevê axivî.

Serokwezîrê Îsraîlê Netayahu diyar kir, ji bo ku pêşî li ber bûyerên ser sînorê Xezeyê were girtin hindik maye ku ew "derbeyên xurt" têxin dewrê. Netanyahu ji ber bûyerên ser sînor Hamas sûcdar kir û wiha dewam kir, "Wisa tê fêmkirin ku Hamasê peyama hat dayîn fêm nekiriye. Heke dawiyê li vê neynin, wê bi rêyeke cuda werin sekinandin. Ev rêya ku Îsraîlê pê da here jî wê pir izdirabê bide."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê jî Hamas tehdîd kir

Ji aliyekî din va Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîberman daxuyanî da rojnameyeke herêmî û îdia kir ku ji ber xwepêşandanên ku ev 6 mehan zêdetir e li ser sînorê Xezeyê dewam dikin, hemû vebijêrkên Îsraîlê kuta bûn û ketina rêyeke ku vegera wê tuneye dest pê kir.

Lîberman ji xwepêşandanên ser sînor Hamas berpirsiyar dît û wiha dewam kir, "Em hatin nuqteyeke ku vegera wê tuneye. Em hatin qonaxeke wisa ku divê em derbeyeke herî giran li Hamasê bixin."

Filistînî ji 30ê adarê vir va li ser sînorê Îsraîlê yê Şirîda Xezeya ku di bin ablûqeyê da ye, bi navê "Meşa Vegera Mezin" xweşêpandanên aştiyane li dar dixin.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Cotmeh 2018, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE