Netanyahu "mijara îlhaqkirina erdê Filistinê" taloqî piştî hilbijartinan kir

Serokwezîrê İsraîlê Binyamin Netanyahu "mijara îlhaqkirina cih û warên Cihû li Şerîeya Rojava bi cih bûne, Geliyê Urdinê û bakurê Behra Mirî" taloqî piştî hilbijartinên ku tê plankirin dê 2yê adarê bên kirin.

Netanyahu "mijara îlhaqkirina erdê Filistinê" taloqî piştî hilbijartinan kir

Li gorî nûçeya malpera Rojnameya Haaretzê, Netanyahu di axaftina xwe ya li herêma Beyt Şemes a nêzîkî Kudüsa dagirkirî da wiha got, "Em ê destûrê nedin ku firsendeke bi vî rengî (îlhaqkirina cih û warên Cihû lê bi cih bûne û Geliyê Ürdünê) ji destê me derkeve. Me ev yek anî rojevê û em ê vê yekê bikin. Îja ji bo vê yekê û ji bo ewlehiya sînorên me û siberoja me, divê hemû endamên Likudê di hilbijartinan da dengê xwe bidin."

Di nûçeyê da hat balkişandin ku gotinên dawîn ên Netanyahu bi daxuyaniyên wî yên berê û yên berpirsên Likudê yên "herêmên navborî dê berî hilbijartinê bên îlhaqkirin", ji hevdu nagirin.

Hat îdiakirin zava û şêwirmendê Serokê Amerikayê Donald Trump, Jared Kushner pêncşema borî jî İsrailê xwest ku mijara îlhaqê taloqî piştî hilbijartinan bike û lewma jî Netanyahu biryareke bi vî rengî wergirt.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2020, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE