Netanyahu êrîşa li ser Sûriyeyê îtiraf kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu piştrast kir ku duh artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bi tankan va li hin herêmên bajarê Quneytrayê xist

Netanyahu êrîşa li ser Sûriyeyê îtiraf kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu piştrast kir ku duh artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bi tankan va li hin herêmên bajarê Quneytrayê xist.

Di 13-14ê sibatê da li Polonyayê konferansa bi navê "Li Rojhilata Navîn Piştgiriya Paşeroja Aştî û Ewlehiyê" wê were lidarxistin û Netanyahu ji bo ku beşdarî vê konferansê bibe çû Varşovayê û beriya ku bi rêkeve li paytext Tel Avîvê li balafirgeha Ben Gurionê daxuyanî da rojnamegeran.

Binyamîn Netanyahu diyar kir, Sûriye ne tê da li herêmê têkiliyên wan bi dewletên din ra "pir baş" in.

Netanyahu diyar kir ku mijara sereke ya konferansa Varşovayê Îran e û li ser girîngiya konferansê sekinî.

Netanyahu li ser gavên ku Îsraîl li dijî Îranê diavêje sekinî û wiha got: "Em timî ji bo ku Îranê bidin sekinandin, dixebitin. Duh jî tê da em her roj li dijî Îran û bicihbûna wê ya li herêmê dixebitin." Netanyahu bi vê gotina xwe va piştrast kir ku êrîşên duh ji bi destê artêşa Îsraîlê hatin kirin.

Çavkaniyên herêmî yên li Sûriyeyê duh daxuyandibû ku Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bi tankan va li hin herêmên bajarê Quneytrayê li baregehên Hîzbullahê ku piştgiriyê didin rejima Beşar Esed, xist. Ji aliyê Îsraîlê va tu daxuyanî nehatibû dayîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE