Netanyahu: "Îsraîlê divê tevlî rageşiya Amerîka-Îranê nekin"

Di nûçeyên çapemeniya Îsraîlê da hat balkişandin ku kabîneya ewlekariyê bi serokatiya Serokwezîr Netanyahu kom bû û geşedanên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Netanyahu: "Îsraîlê divê tevlî rageşiya Amerîka-Îranê nekin"

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu diyar kir ku destê Îsraîlê di êrîşa kuştina Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê da tuneye û lewma jî divê welatî wî tevlî rageşiya nav Amerîka û Îranê nekin.

Di nûçeyên çapemeniya Îsraîlê da hat balkişandin ku kabîneya ewlekariyê bi serokatiya Serokwezîr Netanyahu kom bû û geşedanên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku di civînê da Netanyahu wiha axivî, "Di êrîşa kuştina Silêmanî da destê Îsraîlê tuneye û lewma jî divê welatî wî tevlî rageşiya nav Amerîka û Îranê nekin."

Herwiha hat destnîşankirin ligel vê yekê jî Netanyahu ji wezîran ra got ku ew dikarin li ser kuştina Silêmanî ji çapemeniyê ra biaxivin, lê di axaftina xwe da divê piştevaniya ji bo Amerîkayê derxin pêş.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) 3yê rêbendanê ragihandibû ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE