Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê bangewaziya îtidal û guftûgoyê kir

Ji Berdevkiya Sekreterê Giştî ya NYê daxuyanî hat weşandin û hat gotin ku Guterres rûdanên li Iraqê ji nêz va dişopîne û ew pir li ber kesên ku di xwepêşandanan da can dan, ket.

Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê bangewaziya îtidal û guftûgoyê kir

Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo xwepêşandanên li Iraqê ku dijî hikûmetê dewam dikin û heta niha hejmara kesên hatin kuştin derketiye 100î, bangî hemû terefan kir ku ji tundiyê dûr bisekinin.

Ji Berdevkiya Sekreterê Giştî ya NYê daxuyanî hat weşandin û hat gotin ku Guterres rûdanên li Iraqê ji nêz va dişopîne û ew pir li ber kesên ku di xwepêşandanan da can dan, ket.

Guterres ji bo ku li Iraqê bûyer kêm bibin him ji hikûmetê û him jî ji xwepêşandaran xwest ku bila herdu alî jî ji tundiyê dûr bisekinin û bi îtidal bin. Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo azadiya îfadeyê û mafê çalakiya aştiyane jî divê rêz bê girtin.

Rayedarekî ji Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ku ji ber hinceta ewlehiyê nexwest navê wî bê eşkerekirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di protestoyên dijî hikûmetê ku li Bexda û gelek bajarên welêt tên lidarxistin da hejmara kuştiyan gihîşt 100î û nêzî 2 hezarî jî birîndar hene.

Li Iraqê bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên dewletê" li paytext Bexda û wilayetên li başûr ji 1ê Cotmehê vir va xwepêşandan tên kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE