Tesîra lihevkirina li ser îdlibê ya di navbera tirkiye û rûsyayê de dewam dike. sekreterê giştî yê neteweyên yekbûyî antonio guterres, derbarê mijarê de got: “peymana di navbera serok erdoğan û serokdewletê rusyayê pûtîn de, dikare heyata 3 milyon sivîlan xilas bike.” guterres beriya 73yemîn civîna giştî ya neteweyên yekbûyî ji bo parastina sivîlan bang da.”
Tirkiye û Rûsyayê, ji bo li Îdlibê herêmeke bêçek bê avakirin li hev kirin. Vê lihevkirinê li cîhanê deng veda.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guteres jî piştgirî da peymanê.
Guterres got; “Bi saya vê peymanê, wê milyonek zarok û 3 milyon sivîl xilas bibin.”
Antonio Guterres, ji bo ku piştgiriyê bidin peymana Soçiyê bangî hemû aliyan kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da û got; “Sîstema pirnetew di talûkeyê de ye.”
Guterres got; “Ez ê hefteya pêş me, di axaftina xwe de, li ser parastina pergala dewletên pirnetew bisekinim.
Her wiha Antonio Guterres, piştgiriya xwe ya ji bo Peymana Nûkleer a Îranê jî eşkere kir.