Neteweyên Yekbûyî li ser sûriyeyê daxuyanî da

Guterres: Divê qisawetên ewlehiyê yên meşrû yên Tirkiyeyê li ber çavan jibîr nekin...

Neteweyên Yekbûyî li ser sûriyeyê daxuyanî da

“li bakurê sûriyê divê qisawetên meşrû yên tirkiyê neyên jibîrkirin.” ev peyv, sekreterê giştî yê neteweyên yekbûyî antonio guterres kirin. her wiha guterres diyar kir ku divê çareseriya sûriyê ji 3 rêbazan pêk bê. guterres derbarê kuştina kaşikçi de jî destnîşan kir ku konseya mafên mirovan a neteweyên yekbûyî dikare gelek rêbazan biemilîne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de pirs bersivandin.

Guterres got ku Tirkiyê, li bakurê Sûriyê teklîfa sazkirina herêma ewle kiriye. Divê qilqalên ewlehiya meşrû yên Tirkiyê di bîra me de bin.

“em bawer dikin ku çareseriya ji bo sûriyeyê, ji sê prensîban pêk bê. ya ewil, divê ewlehî û parastina tevahiya axa sûriyeyê be. prensîba duyem, divê qisawetên ewlehiya meşrû yên tirkiyeyê di bîra me de bin. ya sêyem jî hewce dike cudahiyên nifûsa sûriyeyê jî jibîr nebin. ferz e li sûriyeyê destûr hebe da ku ev hemû kom û gel jî karibin fikra xwe bêjin.”

Guterres derbarê kuştina Kaşikçi de jî axivî.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku di lêpirsîna kuştina Kaşikçi de ger were xwestin, Komisyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dikare bi gelek rêbazan tevbigere.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE