Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku Filistîn sala pêş me bibe serokê koma G77ê. Koma g77 dewletên berpêşketinê ne ava kiriye û Çîn jî di nav komê de ye.
Di lijneya Neteweyên Yekbûyî de dengdayîn hat kirin û di encamê de ji bo serokatiya Filistînê 146 erê derketin.
Amerîka, Israîl û Avusturalya li hember biryarê derketin.
Wekî ku tê zanîn Filistîn endamê Neteweyên Yekbûyî nîne lê piştî vê biryarê dê wekî endamekê tevbigere. Lewra êdî serokê komekê ye û dê bikaribe daxuyaniyan bide, pêşniyaran pêşkeş bike û heqê wê yê bersivê heye.