Neteweyên Yekbûyî:Me ji Îranê nameyeke fermî hilnedaye

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ji Îranê der barê ÎHAya hat daxistin da tu giliyeke fermî ya wekî ku Amerîkayê sehaya wan a asîmanî îxlal kiriye nehat ber destê wan.

Neteweyên Yekbûyî:Me ji Îranê nameyeke fermî hilnedaye

Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku ji Îranê der barê ÎHAya hat daxistin da tu giliyeke fermî ya wekî ku Amerîkayê sehaya wan a asîmanî îxlal kiriye nehat ber destê wan.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Nyyê Stephane Dujarrîc di civîna çapemeniyê ya rojane da bersiva pirsên wkeî Îranê di rageşiya ÎHAyê ya bi Amekîkayê ra bi hinceta ku sehaya wî ya asîmanî hatiye îxlalkirin ji NYyê ra gilî kiriye, bersivand.

Dujarrîc got ku "Me ji Îranê qet nebe bi wayekî fermî hê tu name hilneda" û diyar kir heke nameyeke wiha bê û hewcehî çêbe ku bişînin Konseya Ewlehiyê ya NYyê dê demildest bişînin.

Di nûçeyên ku îro di çapemeniya Îranê derketibûn da hatibû diyarkirin bi hinceta ku Amerîkayê sehaya asîmanî ya welêt îxlal kiriye ew giliyê NYyê kirine.

- Rageşiya Amerîka-Îranê

Rageşiya piştî ku Amerîkayê di gulana 2018an da yekalî ji peymana nukleerê vekişiya û mueyîde dîsa tetbîq kirin di navbera Tehran-Washîngtonê da derket didome.

Mihafizên Şoreşa Îranê roja pêncşemê ragihandibû ku li perava bajarê Kuhmibareka li ser eyaleta Hurmizgana ku qeraxa wê bi Kendava Umanê ra heye ji bejayê moşek avêt û ÎHAyeke cureyê RQ-4 Global Hawk a Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê ya ku "Saheya asîmanî ya Îranê îxlal kir" daxistiye. 

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî parastibû ku droneya hêzên Asîmanî ya Amerîkayê ya li ser Kendava Hurmizê dema ku li sehaya asîmanî ya navneteweyî difiriya hat daxistin. 

Li ser vê li Qesra Spî civîna rewşa acîl a ku tê da misîlemeya eskerî ya dijî Îranê hebû û Trump serokatiya wê kir hatibû kirin lêbelê Trump kêliya dawîn "bi hinceta dê gelek mirov bimirin" dev ji misîlemeyê berdabû.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE