New York Times: Balafira Ukraynayê bi du fuzeyên Îranê hat xistin

Rojnameya New York Times dîmeneke nû weşand ku tê da dixuyê, du fuzeyên İranê li balafira rêwiyan a Rêhewayên Ukraynayê dikevin.

New York Times: Balafira Ukraynayê bi du fuzeyên Îranê hat xistin

Rojnameya New York Times dîmeneke nû weşand ku tê da dixuyê, du fuzeyên İranê li balafira rêwiyan a Rêhewayên Ukraynayê dikevin.

Dîmenên nû ku ji hêla İraniyekî hat kişandin û li Youtubeê hat barkirin û herwiha ji aliyê New York Timesê jî hat analîzkirin, nîşan dide ku balafira rêwiyan a Ukraynayê çend deqîqe piştî ku ji Tehranê bi firê dikeve, bi du fuzeyên Îranê ku 30 saniye pey hev tên agirkirin, tê lêxistin.

Di nûçeyê da hat diyarkirin ku fuze ji baregeha eskerî ku bi qasî 13 kîlomêtro dûrî balafirê ye hatin agirkirin.

Balafirgeha rêwiyan ya cure Boeing 737 ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Tehran Îmam Xumeynî ber bi Kieva Ukraynayê bi firê ketibû, 8ê rêbendanê roja çarşemê serê sibehê kurtedemek piştî rabûnê, ketibû xwarê û 176 kesên tê da miribûn.

Rêveberiya Tehranê îdiayên balafir bi destê artêşa Îranê hat xistin, red kiribûn lêbelê 3 roj piştî bûyerê Sererkaniya Îranê li xwe mikûr hatibû ku balafira rêwiyan wekî "fuzeya cruise" hat têgihiştin û lewma jî bi fuzeya menzîlkurt "bi xeletî" hat lêdan.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 10:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE