New York Times’ê rexne li Israîlê girt

Bal kişand ser îxlalên Israîlê û got divê li hemberî vê bêdeng nemînin

New York Times’ê rexne li Israîlê girt

Rojnameya New York Timesê bi sernavê “dem dema xerakirina bêdengiya li ser Filistînê ye” gotarek weşand. Di meqaleyê de bal kişandin ser neheqiyên Israîlê, binpêkirina hiqûqa navneteweyî û qeyrana mirovî ya li filistînê.

Di rojnameya New York Timesê de, parêzer û aktîvista mafên mirovan Michelle Alexander, bi minasebeta roja Martin Luther King gotarek nivisî. Sernavê gotara wê: “Dem dema xerakirina bêdengiya li ser Filistînê bûûû.”

Di gotarê de bal kişand ser Martin Luther Kingê parastkarê mafên mirovan û xwediyê Nobela Aştiyê ya 1964 an. Bi çavê Luther King, meseleya Filistînê nirxand û bal kişand ser qeyrana mirovî ya li Filistînê.

Alexanderê, helwesta Luther King a derbarê Şerê Vietnamê de bi bîr anî. King gotibû :” Hin roj hene bêdengî xayînti ye.” Alexanderê jî bal kişand ser zilma li ser Filistîniyan û got divê li hemberî Israîlê biksenin.

Her wiha nivîskarê, rexne li Emerîkayê jî girt ku pişta Israîlê digre. Got

“Heta demeke nêz jî, kongreyê, li hemberî qeyrana mirovî û binpêkirina mafên mirovan a li herêmên dagirkirî bêdeng bû. Israîl weke nîjadperestên li Afrîkaya Başûr û yên li Emerîkayê Jim Crow (CİM KIROV) tevdigere. Lê nûnerên me heta niha bi rêkûpêk Israîl rexne nekirine.”

Alexanderê di dawiyê de got divê îxlalên Israîlê, dagirkeriya wê ya li Şeriaya Rojava, Rojhilatê Qudsê û Gazzeyê bê şermezarkirin. Her wiha bal kişand ku Israîl, mal û warên Filistîniyan xera dike û dest datîne ser malên wan.

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE