Nasnameya kesê nexweş nehat eşkerekirin û hat gotin rewşa wî giran e.
Heta niha 6 kes ji ber nexweşiya sedema wê vîrusa koronayê ye mirin.
Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çİnê daxuyandibû duh di 77 kesan da ev vîrus hatiye dîtin û li welêt hejmara van kesan gihîştiye 291an.
Hatibû gotin ji van kesan jê 72 li eyaleta Hubeyê, 3 kes li Şanghayê û 3 kes jî li Pekînê ne.
Sersala nû ya Çİnê (Cejna Biharê) di 25ê çileya paşîn da dest pê dike. Bi milyonan kes ji ber cejnê dixwazin herin welatê xwe, lê ji ber vê nexweşiyê ditirsin.
- Nexweşiya beraz
Di salên 2002-2003an da jî li Çinê nexweşiya SARSê belav bûbû û bi sedan kes ji ber vê nexweşiyê mirîbûn. Ji ber ku vê nexweşiyê tîne bîra mirovan li welêt gel ditirse.
Rayedarên Çînê der barê vê nexweşiya beraz da gotibûn li gor lêkolînên ewil ev ne nexweşiyên SARS, MERS, influenza, şofiya çûkan û adenovîrus e.
Pisporên ji Hong Kongê gotibûn şiklê vê vîrusê û ya SARSê ji sedî 80 wek hev in.
AA