Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nasiriyeyê ya bi 492 nivînî ku Şirketa Acarsan Unîversal Tirkê çêkir, bo xizmeta Iraqiyan vekir.
Di dema merasima vekirinê da Kazimî got: "Em ji nexweşxaneyên herî nûjen ên Iraqê yekê vedikin. Ev nexweşxane di qada tipê da gelek beş û amûrên teknîkî di nav xwe da dihewîne."
Kazimî destnîşan kir ku li nexweşxaneyê ji bo nexweşiyên divê razan hewce bike 492 nivîn hene û di rojên pêş da û li gor hewcedariyê wê hejmar bê zêdekirin.
Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Alî Riza Guney jî beşdarî merasima vekirina nexweşxaneyê bû.
AA