Nexweşxaneya Til Ebyadê tê nûkirin

Nexweşxaneya Til Ebyadê ya ku ji ber YPG/PKKya rêxistina terorê zirareke mezin lê çêbûye ji hêla Wezareta Tenduristiyê va tê temîrkirin

Nexweşxaneya Til Ebyadê tê nûkirin

Li Til Ebyada bi Herekata Kaniya Aştiyê va ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin, Wezareta Tenduristiyê nexweşxaneya ku ji hêla terorîstan va hatiye şewitandin temîr dike.

Bi Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) va li hemberî rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê hatibû destpêkirin û hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) jî piştgirî dabû Til Ebyad demek berê ji terorê hatibû paqijkirin.

Nexweşxaneya Til Ebyadê ya ku zirareke mezin lê çêbûye ji hêla Wezareta Tenduristiyê va niha tê temîrkirin.

Rêxistina terorê du parê nexweşxaneyê ji bo milîtanên xwe veqetandiye û dema vekişyaye jî agir berî qismê ji bo gelê herêmê tê xebitandin daye. Endamên rêxistinê piraniya cihazên nexweşxaneyê bi xwe ra birine, agir berdane laboratuvar, emeliyatxane, beşên cerahiyê û cihê welidandina jinan. Ji bo nexweşxane dîsa dest bi xizmetê bike temîrat û tedîlata nexweşxaneyê were kirin xebat bê navber dewam dikin.

Cihên ku xebat lê xilas bûn xizmeta nexweşan dest pê kir, lê heta hemû şopên terorê bên paqijkirin xebat wê dewam bikin û paşê ewê tevahî dest bi xizmetê bike.

- Wê 75 nivîn li nexweşxaneyê hebin

Midûrê Tenduristiyê yê Şanliurfayê Emre Erkuş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li ser telîmeta Wezareta Tenduristiyê wan dest bi temîratê kiriye û wiha axivî: "Niha ji bo ku ev der bibe nexweşxaneyeke dewletê ya 75 cih û nîv lê hene xebat dewam dikin. Avahîsaz û endezyarên me ji bo ku nexweşxane car din bikeve xizmetê dixebitin."

Erkuş got ew hêvî dikin di demeke kin da xebat biqedin û nexweşxane dîsa xizmetê bide gel û wiha dewam kir: "Dema xebat qediyan ev der wê bi laboratuvar, emeliyatxane, beşa rontgenê û tomografiyê va bibe nexweşxaneyeke baş."

- "Bi saya Tirkiyeyê temîrata nexweşxaneyê tê kirin"

Karker Xelid Ettahriyê ji Sûriyeyê jî got ew kêfxweş e ku ji bo temîrata nexweşxaneyê dixebite û wiha axivî: "Şikir ji Xwedê ra, bi saya Tirkiyeyê temîrata nexweşxaneyê tê kirin, ewê ji berê baştir be. Nexweşxane hatiye şewitandin. Beriya vê jî YPG/PKKyê zilm li ser zilmê dikir. Nedihîşt tu kes bixebite, bi tenê kesên ji xwe didan xebatê."

Mistefa El Yasîn jî got ew ji ber van xebatên Tirkiyeyê pir kêfxweş in, nexweşxaneya wan wê ji berê çêtir be.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE