Nexweşxaneya Til Ebyedê ya ku terorîstan texrîb kiribû destbikar bû

Wezareta Berevaniya Neteweyî derbarê xizmeta tendirustiyê ya ku li Nexweşxaneya Til Ebyedê ji Sûriyeyiyan re tê pêşkêşkirin, vîdeoyek belav kir.

Nexweşxaneya Til Ebyedê ya ku terorîstan texrîb kiribû destbikar bû

Li Nexweşxaneya Til Ebyedê ya ku ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin, pêşkêşkirina xizmeta tendirustiyê jinûve destpê kir.

Wezareta Berevaniya Neteweyî ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê xizmeta tendirustiyê ya ku li Nexweşxaneya Til Ebyedê ji Sûriyeyiyan re tê pêşkêşkirin, vîdeoyek belav kir.

Di vîdeoyê de doktor Sûriyeyiyên ku di nava wan de zarok jî hene mieyene dikin xuya dike.

Sûriyeyiyên ku xizmeta tendirustiyê distînin tînin ziman ku dema YPG/PKKya rêxistina terorê hebû, nedikarîn ji malên xwe derkevin.

Takeyên malbateke li nexweşxaneyê anî ziman ku Artêşa Tirkiyeyê herêma wan ji terorîstan paqij kir û wiha gotin, "Dema ew hebûn derketin derve ne ewledar bû. Xwedê ji we tevan razî be. Doktor gelekî bi zarokan û bi me re mijûl bûn."

- "Xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî xizmeta ku heq dikin îdî distînin"

Wezareta Berevaniya Neteweyî di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Bi saya qomandoyên me jîngeheke aramdar û ewledar pêk hat. Bi xêra xizmetguzariya ku Wezareta me ya Tendirustiyê, li Nexweşxaneya Til Ebyedê pêşkêş dike, xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî xizmeta ku heq dikin îdî distînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE