Neyarî dikir, lê bû misilman

Eskerê berê yê Emerîkî li mizgefta ku dixwest bombe bike bû Misilman

Neyarî dikir, lê bû misilman

Li Dewletên rojava neyartiya li dijî îslamê her ku diçe zêdetir dibe, lê li emerîkayê bûyereke balkêş çêbû. Eskerê berê Richard Mckinney li navenda îslamê ku berê dixwest wê derê bombe bike, pêşî bû misilman pişt re jî bû serokê wê navendê. Werin em li serpêhatiya wî eskerî binêrin ku ewilî neyartiya misilmanan dikir û pişt re bû misilman.

Richard McKinney... Welatiyê Emerîkayê û eskerekî berê ye…

Wek leşkerê behrevaniyê li gelek welatên Rojhilata Navîn û li welatên Misilmanan wezîfe kir.

Dema ku vegeriya welatê xwe dilê wî bi neyartiya misilmanan tijî bû.

Dixwest bombe bavêje Navenda Îslamê ya Muncie (MÜNSİ)ê ku nêzî mala wî bû, her wiha dixwest misilmanan bikuje.

ji bo vê teqemeniyên bidestançêkirî jî amade kirin.

Rojekê çû Navenda Îslamê.

Li wê derê Qur’ana Kerîm guhdar kir.

Ayetên ku guhdar kirin, ketin serê Richard McKinney.

Êdî zêdetir diçû serdana Navendê.

“ez çûm navenda îslamê. min ji wan re got; ez dixwazim îslamê hîn bibim. qur’anek dan min, tê de digot “bixwîne.” min jî xwend. ev cureyekî vejînê bû. 8 hefte şûn de min kelîma şehadetê anî û ez bûm misilman.”

Mckinsey piştî ku bû misilman bi 3 salan bû serokê Navenda Îslamê.

Misilmanê Emerîkî dibêje Îslam dinê aştî û hezkirinê ye.

Li navenda ku berê dixwest bombe bavêjê, niha tê de bi konferans û sohbetan teblîxa îslamê dike...

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE