Îngilistanê pesend kir ku aşiya Kovid-19ê ya Biontech û Pfizerê li welêt were bikaranîn

Îngilistanê pesend kir ku aşiya Kovid-19ê ya Biontech û Pfizerê li welêt were bikaranîn

Îngilistanê pesend kir ku aşiya Kovid-19ê ya Biontech û Pfizerê li welêt were bikaranîn. BioNTecha fîrmaya biyoteknolojiyê ya Alman ku Zanyarê Tirk Prof. Dr. Ugur Şahînê şirîkê wê yê avakar e, bi Pfizera şirketa derman a Amerîkan ra aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) çêkir.

Li gor nûçeya BBCyê Saziya Derman û Berên Tenduristiyê ragihand ku "BNT162b2"ya namzeda aşiyê ji bo bikaranîna giştî ewle ye.

Bi vî hawî Îngilistan bû welatê yekem ku aşiyeke seba Kovîd-19ê hatiye çêkirin, pesend kir.

Piştî pesendkirinê tê payîn ku li Îngilistanê ji hefteya pêş pê va grûbên pêşdatir werin aşîkirin.

Îngilistanê berî niha ji bo kirîna 40 milyon doz aşiyê peyman îmze kiribû.

Aşiya Biontech û Pfizerê li dinyayê bû aşiya ewil a Kovîd-19ê ku hat tescîlkirin.

Hatibû gotin ku tesîra aşiyê li ser vîrusê ji sedî 95 e.

- Tirkiye plan dike ji vê aşiyê ku 25 milyon doz bikire.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di 25ê mijdarê da daxuyandibû ku ji bo kirîna dozên aşiyê milyonek jê di berfanbarê da, di mehên zivistanê da jî seba 25 milyon dozî Tirkiye mizakereyan dimeşîne.

Li gor plana şirketê wê heta dawiya 2020î 100 milyon û heta dawiya 2021ê jî 1,3 milyar doz aşî çêke.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE