Veqetîna Îngiltereyê ya ji Yekîtiya Ewropayê di saet 23.00an da bi lêdana zinga Bîg Benê va dan bihîstîn. Ji ber tevdîrên Kovîd-19ê tu merasimek nehat kirin.
Îngiltereya ku di sala 1973an da bûbû endamê Yekîtiya Ewropayê di 31ê Rêbendana 2020î da ji yekîtiyê veqetiya û bi tabîbûna rêgezên Brukselê va ji bo Îngiltereyê heyameke nû dest pê kir.
Di navbera herdu aliyan da verastkirinên nû yên der heqê mijarên wek bazirganî, ger, koç, hiqûq û ewlehiyê da ketin rewacê.
Ji niha pê va wê herdu alî têkiliyên xwe yên bazirganî li gor peymana bazirganiya serbest a ku di 30yê Berfanbarê da îmzekirin, birêvabibin û Îngiltere jî wê li derveyê qada rayeya dadgehên Yekîtiya Ewropayê be.
Îngilîz ji wî heqê xebat û rûniştinê yên ku li welatên Yekîtiya Ewropayê xwedî bûn êdî mehrûm in. Welatiyên endamên Yekîtiya Ewropayê ne jî dema li gor şert û mercên koçê bin wê bikaribin li Îngiltereyê bijîn.
Di mijara sektora bankevanî û xizmet a ku di aboriya Îngiltereyê da xwedî cihekî girîng e jî wê çi bibe nediyare û wisa jî dewam dike.
Di vê navberê da Serokwezîr Borîs Johnson di peyama sersalê da bo veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê got: "Ev ji bo welêt demeke pir xweşe. Me azadiya xwe hilda destê xwe û heta ji destê me bê, em ê awayê herî baş jê îstifade bikin û ev yek jî di destê me da ye."
Pêvajoya Brexîtê
Li Qraltiya Yekbûyî ya ku ji Îngiltere, Galler, Îrlandaya Bakur û Îskoçyayê pêk tê, di 23yê Hezîrana 2016an da referandum hatibû kirin û ligel ji sedî 48an ji sedî 52yan biryara Brexîtê hatibû dayîn.
Îngiltere di 31ê rêbendanê da bi awayekî fermî ji YEyê veqetiya û bazirganî di serî da bi Yekîtiyê ra di mijara têkiliyên dualî da mizakereyên berfireh didomand.
Yekîtiya Ewropayê û Îngiltereyê da mijarên wek "peydakirina reqabeta adil", "rêbaza çareserkirina peymanên bazirganiyê" û "masîgirî" da hevdîtinên dualî kirin. Hevdîtinên di navbera herdu aliyan da ji ber hin mijaran dirêj bû û berî 7 roj qewlê veqetînê awayek fermî biçe serî lihevkirin pêk hat û peymana lihevkirinê ya di navbera herdu aliyan da jî di 30 Berfanbarê da hat îmzekirin.AA