Îngiltereyê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin balafirgeha Kabulê

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Îngiltereyê da pêşniyaza seyaheta ji bo Efxanistanê hat rojanekirin.

Îngiltereyê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin balafirgeha Kabulê

Îngiltereyê ji ber "tehdîda pilebilind a êrîşa terorê" hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Balafirgeha Kabulê.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Îngiltereyê da pêşniyaza seyaheta ji bo Efxanistanê hat rojanekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku rewşa li welêt hê jî guherbar e û wiha hat gotin, "Tehdîda pilebilind a êrîşa terorê hê jî didome. Neçin Balafiregeha Navneteweyî ya Hamid Karzaî ya Kabulê. Heger hûn li herêma balafirgehê bin biçin ciyekî ewle û li benda pêşniyazên nû bimînin."

Wezîrê Parastinê Ben Wallace diyar kiribû, Efxanên ku dixwazin ji welêt derkevin, şûna ku biçin balafirgehê, heger berê xwe bidin sînor û biçin welatekî sêyemîn dê çêtir be.

Îngiltere hê jî divê bi qasî 2 hezarî tercumanên Efxan û personelê din ji Efxanistanê texliye bike.

Piştî ku Talibanê 15ê Tîrmehê bêyî şer û pevçûn Kabul kiribû bin kontrola xwe, gelek Efxan ji bo ku welêt biterikînin çûbûn balafirgehê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE