Niqaşa Trump û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê berê

Di navbera Trump û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê berê da niqaş

Niqaşa Trump û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê berê

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê berê Jîm Mattîs daxuyaniyeke nivîskî weşand û got  Serok Donald Trump civakê ji hevdu cuda dike, li ser vê Berdevka Trump û Qesra Spî Kayleigh McEnanyê li ser Twitterê bersiv da Mattîs.

Mattîs daxuyaniyeke nivîskî ya ji du rûpelan pêk hat weşand û daxuyaniya wî di çapemeniya Amerîkayê da hat weşandin.

Mattîs di daxuyaniya xwe da behsa xwepêşandanan û şiroveya Wezîrê parastinê Mark Esper ya ku dibêje "heke em qada şer bilez dorpêç bikin ew ê  belav bibin" kir û got  ev  fikir divê neyê qebûlkirin, lewra ev tevger wek tevgera Naziyan e ku dema Şerê Cihanê ya Duyemîn da bi kar dianîn û digotin civakê perçe bikin, paşê bi rê va bibin.

Esper got di qeyranên siyasî da divê artêşa Amerîkayê ji bo armancên siyasî li dijî gel neyê bikaranîn, lewra gel û artêş tên hemberî hev ku ev jî dibe sedema pevçûnê.

Mattîs got Trump sê salên dawîn bi zanetî welêt ji hev cuda dike û wiha dewam kir: "Donald Trump tekane serok e ku ji bo gelê Amerîkayê bîne cem hevdu hewl nade an jî wek ku ji bo vê hewl dide xuya nake."

Mattîs got di sê salên dawîn da li Amerîkayê kêmasiya serokêkî giran heye ku encamên vê dikarin bên dîtin û bêyî Trump ew dikarin yekîtiyê pêk bînin.

Dema Trump çûbû Dêra St. John a ku di xwepêşandanan da hat şewitandin xwestibû li Parka Lafayetteyê ya li ber Qesra Spî wêneyan bikşîne polêsan xaza îsotê reşandibû xwepêşandêran, guleyên plastîk bi kar anîbû. Mattîs der barê vê da jî got polêsan wezîfeyên xwe ji bo xirabiyê bi kar anîne û divê ji serokên ku henekê xwe bi Qanûna Bingehîn dikin hesap bê pirsîn.

- "Serok Trump serokê qanûn û pergalê ye"

Piştî daxuyaniya Mattîs Berdevka Trump û Qesra Spî Kayleigh McEnanyê li ser Twitterê bersiveke tund da Mattîs.

McEnanyê wiha got: "Daxuyaniya Wezîrê Berê Mattîs ji bo ku li ber dilê maqulên DCyê bê ji kirina reklama xwe bêtir tiştek nîne. Serok Trump serokê qanûn û pergalê ye û li kolanên welatê me aramiyê pêk aniye. Gotinên Mattîs yên biçûk li hemberî gavên xurt ên Serok pere nake."

- "Baş bû ku ew çû"

Donald Trump jî paşê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got hevpariya tekane ya wî û ya Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama ew bû ku wan herduyan jî berî Jîm Mattîs dan û wiha dewam kir: "Min nameya wê ya îstifayê xwest û ez ji ber vê kêfxweş im. Navlêka wî "tevlihevî" bû, min ev nav hez nekiribû û wek "kuçikê har" guherandibû. Min karên nû, şerên nû dan wî lê ew kêm bi ser ket. Min serokatiya wî û şexsiyeta wî hez nekir, gelek kes jî wisa difikirin. Baş bû ku ew çû."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE