Nivîskara herî biçûk a rojhilata navîn

Dev ji xewn û xeyalên xwe berneda, di 12 saliya xwe de pirtûkeke Îngilîzî nivîsî...

Nivîskara herî biçûk a rojhilata navîn

Li Iraqê di nav alozî, şer û pevçûnan de xwendin gelek dijwar e. Digel vê yekê, li herêma kurdan xwendekareke 12 salî dev ji xewn û xeyalên xwe berneda û pirtûkeke îngilîzî nivîsî. Aya serbest û pirtûka wê lucky yanî bextewar…

Li İraqê her tim pergala perwerdeyê diguhere, rêveberî diguherin, şer û pevçûn derdikevin, zarok dibin penaber…

Digel van şert û mercên zor û zehmet xwendekara 12 salî Aya Serbest cehd kir û pirtûkeke Îngilizî nivîsî.

Ev salek bû ku nivîsîna pirtûkekê ji xwe re kiribû armanc.

Aya Serbest astengdar e û pirtûka wê jî li ser çîroka keçikeke astengdar e.

Serbestê pirtûka xwe da nasîn û ji bo hevalên xwe îmze kir.

Aya Serbest hewl dide ku xebatên xwe yên bi vî awayî bidomîne.

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2018, 15:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE