Dema ji Nebenzîa hat pirsîn ku şirketa ewlehiyê ya Rûsyayê Wagner ji bo ku piştgiriyê bide milîsên Xelîfe Hafter dora 1200 eskerên bipere dide sekinandin û ev agahî di rapora NYyê da cih digire Nebenzîa wiha got: "Em ji şirketên taybet berpirsyar nînin, dewlet piştgiriyê nade wan."
Ji bo îdiaya rayedarên Amerîkî ya ku dibêjin Rûsya ji Sûriyeyê eskerên bipere dişîne Libyayê jî wiha axivî: "Em li Sûriyeyê ne saziya kardîtinê ne. Rûsya li Sûriyeyê ji bo ku li welatekî din şer bikin eskeran berhev nake."
Nebenzîa der barê tevgerên Amerîkayê ya ku ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra vekişiya da jî got Amerîka wek ku hê daxilê peymanê ye tevdigere ku ev komîk e û heqê wê tune ku vê bixe rewacê.
AA