Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey tê Tirkiyeyê

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey û Qasidê Taybet ê Sûriyeyê Joel Rayburn wê îro bên Tirkiyeyê

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey tê Tirkiyeyê

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey û Qasidê Taybet ê Sûriyeyê Joel Rayburn wê îro bên Tirkiyeyê.

Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê der barê ziyaretê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û got hevdîtin wê heta 2yê gulanê dewam bikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin Jeffrey û heyata bi wî ra li Tirkiyeyê wê bi rayedarên Tirk ra li ser meseleya Sûriyeyê biaxivin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Artêşa Amerîkayê li Sûriyeyê hebûna xwe kêm dike, lê fikarên Tirkiyeyê yên ewlehiyê yên ji bona li Sûriyeya bakur wê bên axaftin."

Ji bilî vê hat gotin di hevdîtinan da bang wê bê kirin ku li Sûriyeya bakur îstiqrar û ewlehî çêbibe, DEAŞ bi temamî bê têkbirin, berjewendiyên dualî bên parastin.

- Li Cenevreyê bi komên ji Sûriyeyê ra hevdîtin wê bên kirin

James Jeffrey û heyeta bi wî ra piştî hevdîtinên li Enqereyê wê herin Cenevreya bajarê Swîsreyê û li wir qasidên taybet ên Misir, Fransa, Almanya, Urdun, Erebistana Siûdî û Îngiltereyê, hin komên ji Sûriyeyê ra hevdîtinan bikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin li Cenevreyê wê geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê, tundiya li welêt zêde dibe, alîkariya mirovî ya ku tê astengkirin û hewldanên NYyê yên ji bo çareseriya siyasî bên axaftin.

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 09:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE