Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey wê di navbera 5-14ê berfanbarê da Tirkiye û Urdunê ziyaret bike û li ser mijara Sûriyeyê bisekine.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê hat dayîn, di ziyaretên Tirkiye û Urdunê da Misteşarê Wezareta Karên Derva Joel Rayburn jî wê hevaltiya Jeffrey bike.
Jeffrey wê li Tirkiyeyê bi pêşengan ra hevdîtinê bike û li ser rewşa dawîn a Sûriyeyê bisekine û bi rayedarên Tirk ra "Koma Xebatê ya Sûriyeyê ya Payebilind" ava bike.
James Jeffrey wê di ziyareta xwe ya Urdunê da jî li ser mijara domandina zexta ser rejima Sûriyeyê bisekine û bi rayedarên Urdunê ra li ser gavên seba çareseriya siyasî bisekine.
Jeffrey wê bi personelên Amerîkayê ku di polîtîkaya Sûriyeyê da wezîfe hildane ra bicive.
AA